ROJDA OFFICIAL

ROJDA OFFICIAL
51  45 353 054
Siyam ango siya min. Çima ev nav li vê albûmê hatiye danîn, bi tenê mirov dikare li hemû albûmê guhdarî bike û fehm bike. Ew şopa raboriyê wekî siyekê, me her wext dişopîne. îca di vê albûmê de jî dîtin û hest kirina siya raboriyê û her wekî din di binê we siyê de bêhndayîn hatiye armanckirin. Ji tona xas a Hewremanê bigirin heta kilamên xemdar ên Maraşê; ji stranên bêhna dîrokê jê tê yên Hewlêrê bigirin heta Qersê her tişt hatiye hunandin. Hemû zaravayên zimanê kurdî, mîna xeyaleke kû pêk hatî di vê albûmê de bûye yek. Ew berhemên ku wê ji siya mijdar a dîrokê derxistiye, qet xweseriya wan xira nekiriye lê aranjeyî muzîka hemdemê kiriye. Armanc kiriye ku bibe pirek di navbera îro û dîrokê de. Rojda bi dengê xwe yê lîrîk ruh daye van berheman û mirov gava lê guhdarî dike, bayek ji çiyayên Sînê, bêhnek ji deştên Botanê û baqek aramî ji zozanên Serhedê di dilê xwe de hest dike. Siyam, siya dîrokê ji çar perçe û perçeyên din ên vê erdnîgariyê dikişîne û tîne pêşkê me dike.

Video

YORUMLAR

    ROJDA OFFICIAL